Civîna hûbûbatê: Li ser mijarên teknîkî lihev kirin

.

 Li Îstenbolê ji bo îxracata hûbûbatên Ûkraynayê ku niha li welatê wan rawestiyaye û ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê nikarin îxracata wan bikin, li Îstenbolê civînekî 4 qolî hat kirin. Di civînê de nûnerên Rûsya, Tirkiye, Ûkrayna û Neteweyên Yekgirtî amade bûn. Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku li ser mijara avakirina navenda koordînasyonê ya ku wê nûnerên 4 terefan tê de bin, li hev kirine. Akar weha got:

“Civînekî erênî û çêkerî bû. Lihev kirin ku wê navendekî nûnerên 4 qolî tê de hebin û navenda koordînasyonê ava bikin. Li ser derketina mal ji lîmanê heya ciyê ku herê, wê kontrola hevpar bêkirin, heya ciyê herê wê ewlehî bê temînkirin û li ser mijarên din yên teknîkê lihev kirin.

Di encamê de lihevkirina li ser mijarên bingehîn ji bo me vatedare. Em dibînin ku ji bo çareseriya mijarê herkes terefdare. Em ê bi NY re bixebitin û bigihên encamê. Me lihev kir ku hefteya pêşiya me heyetên Rûsya û Ûkrayna car din li Tirkiyê bicivin. Di civîna hefteya pêşiya me de em ê car din li ser hûrayiya mijarê biaxifin û xebatên me kiriye em ê bixin bin îmzeya terefan.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt