Civîna Heyeta Rêveberiya Xweser ya bi Hikûmeta Sûriyeyê re bi dawî bû.
Endamê lijneya taybet a rêkeftinê ya bi Rêveberiya Xweser re Ziyad Elayş ragihand, civîn erênî bû.
Heyeta Rêveberiya Xweser, ji bo civîna xwe ya yekem a bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Endamê lijneya taybet a rêkeftinê ya bi Rêveberiya Xweser re Ziyad Elayşê ku doh li ser navê Hikûmeta Sûriyeyê tevlî civînê bû ragihand:
“Civîn bi awayekî erênî û giyanê berpirsyariyê û dilşewatiya hevbeş a ji bo parastina berjewendiyên niştimanî pêk hat.”
Ziyad Elayş destnîşan kir ku wan di civînê de li ser çend dosyayên girîng li hev kiriye:
“Avakirina lijneyên pispor: Erkê lijneyê dê şopandina bicihanîna Peymana 10ê Adarê be ku di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin.
Çareserkirina pirsgirêkên ezmûnan: Hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên ragirtî yên têkildarî ezmûnan û navendên ezmûnan, bi awayekî ku mafê xwendekaran û selametiya pêvajoya perwerdeyê misoger bike.
Hêsankariya ji bo vegera koçberan: Axaftin li ser rêkarên hêsankariyê ji bo vegera koçberan a cih û warên xwe û xebata ji bo rakirina astengên ku rê li ber vegera wan digirin.
Karkirina li ser rêkeftina Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan taxan. Bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya civakî bike.”
Ziyad Elayş her wiha da zanîn ku her du aliyan jî pêbendbûna xwe ya ji bo gotûbêj û hevkariya berdewam dubare kir û got:
“Bi awayekî ku ji bo ewlehî û aramiya di xizmeta yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriyê wê û diyarkirina xwestekên gelê Sûriyeyê de be.”
Her wiha her du aliyan ji bo temamkirina gotûbêjan û şopandina bicihanîna rêkeftinan li ser diyarkirina civîneke din a di demeke nêzîk de li hev kir.
Heyeta Rêveberiya Xweser piştî civîna bi Hikûmeta Sûriyeyê re vegeriya Rojavayê Kurdistanê.