Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin

.

 Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi aliyên peywendîdar ên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efserên bilind ên hêza Pêşmergeyan re li Hewlêrê hat kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro (Çarşem, 01.05.2024) belav kiriye, “Fermandeya hêzên Pêşmergeyan û Hevpeymaniya Navdewletî civînek li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir”.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê, civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi aliyên peywendîdar ên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efserên bilind ên hêza Pêşmergeyan li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li dû zanyaran, dawî pêngav û rêkarên piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmergeyan di wê civînê de hatine berçavkirin, herwesa helsengandin jî ji bo wan pêngavan hatiye kirin.

Wê ragehandina Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, “Di wê civînê de amaje bi pêşveçûnên wê piroseyê hatiye kirin, herwesa danûstandin jî li ser arêşe û astengên di rêya wê piroseyê de û çawaniya çarekirina wan arşeyan hatine kirin”.

Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, “Hevpeymaniya Navdewletî tekez li ser pêdivîtî û giringiya berdewamî û biserxistina piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge kiriye, ji bo vê meremê jî hemî alîkarî û piştgirî ji bo hêza Pêşmergeyan tekez kiriye”.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin