Civîna çaralî ya li Moskowê bi dawî bû

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser civîna çaralî ya navbera wezîrên derve û serokên îstixbaratê yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyayê ragihand, avêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ku derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir, Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî, Wezîrê Beravaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstixbarata Rûsya, Îran û Sûriyê di civînê de beşdar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand: “Bihêzkirina rewşa ewlehiya li Sûriyê, avêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de, têkoşîna li dijî her cure rêxistinên terorîst û komên tundrew li Sûriyê û xurtkirina xebatên ji bo vegerandina penaberên Sûriyê bo warên xwe hatin gotûbêjkirin.”

Herwiha li gor daxuyaniyê, “aliyan tekez kirine ku ew rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyê digirin. Di encama hevdîtina ku atmosfereke avaker de derbas bûye, li ser girîngiya berdewamiya civînan di çarçoveya çaralî de ji bo dabînkirin û domandina aramiyê li Sûriyê û herêmê bi giştî hate tekezkirin”.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin