"CIVATA KURD" LI BONN BÛN BO BERHEVKIRINA ALÎKARİYÊ BO MEXDURÊN ERDHEJÊ

.

"Civata Kurd li Rhein Sieg/Bonn" îro li bajarê Bonn şîranî, paste, çay û kahle firot bo berhevkirina alîkariyê bo xuşk û birayên me zirardîtiyên erdhejê li bakur û rojavayê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Suriyê.
Sê aşxaneyên xwediyên wan Kurd (Hanedan, Saray û Serhat) û pastexaneya Divan şîraniyê bexişandin, endamên Civata Kurd li malê xwe paste çêkiribû anîn. Ev şîranî û paste bi çay û kahwe hatin firotin.

Bonn ji me bi qasî 60 km dûr e. Demê pêr ev çalakî li nav koma endam û pêgirên hat ragihandin, ez mam nav du karan de. Kar û qewlekî min din jî îro hebû. Min diviya xwe bo wî karî hinekî amade bikira. Lê nedibû mirov neçuya Bonnê.

Demê em li ber nîv konê xwe bûn, hevalekî me got: "Em jî bi vî çalakiyê çaxilekî piçucik dixin ber dilê xwe, vicdana xwe mizdidin.
Rast e, wisa ye. Ya giring ew e, em li xelkê xwe bifikirin, ji dûr ve be jî bi êşa wan û bi wê malkambaxiyê bihesin.

Çend metre wê de, kêleka me komekî dostên xelkê Ukrayne jî bi egera 1. Salvegera hêrişa rejima oligarşik a Putin çalakiya rûreşkirina şerî hebû. Em çûn çend xulekan li kêleka wan jî rawestan, piştevaniya wan kir.
Ew mexdurên hêrişa Putin in, em mexdurên felaketa erdhêjê ne.

Alîkariyên "Civata Kurd li Almanya" yekser ser destê endam û alîgir û dostan berdewam e li bakur û rojavayê Kurdistanê.

Bayram Ayaz
25.2.2023

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt