Citibank: Ji bo petrola Kurdistanê dibe ku bi zûtirîn dem rêkeftineke siyasî bê kirin

.

 Dema ku îro bazara petrolê hate vekirin, buhaya petrolê daket, Citibank jî dibêje demeke nêzîk de rêkeftin li ser nefta Herêma Kurdistanê tê kirin.  Ji aliyê din ve Şêwirmendekî Wezareta Petrolê Iraqê Ebdulbaqî Xelef dibêje civînên Hewlêr û Bexdayê baş bûn.

Buhaya petrola Brent serê sibeha îro 37 sentan daket û  her bermîlek bi 77 dolar û 91 sentan kirîn û firotin pê hate kirin.

Herweha her bermîleke nefta xaf a Texasê ya Amerîka bi 28 sentan daket û 72 dolar û 69 sentan kirîn û firotin pê hate kirin .

Pisporên Citibank ku yek ji banka herî mezin a Amerîka ye dibêje bandora petrola Herêma Krdistanê di bazarê de namîne û dibe ku bi zûtirîn dem rêkeftineke siyasî bê kirin ku dikare bibe sedema zêdebûna henardekirina petrolê bi r;ya boriyan ku di rojekê de 200 hezar bermîl be. 

Ji ber sînordakirina şiyana embarkirina petrolê li Herêma Kurdistanê hin kompaniyan dest bi girtina bîrên petrolê kirine.

“Civînên Hewlêr û Bexdayê baş bûn”

Herwiha Şêwirmendê Wezareta Petrola Iraqê Ebdulbaqî Xelef ji Rûdawê re got ku civînên şanda Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê û Kompanya Somo berdewam in, encama gotûbêjan baş e û lihevtêgihêştin heye. 

Herweha berpirsekê Wezareta Petrola Iraqê, ji re got ku Iraq naxwaze ziyan bigihêje nefta ku hinarde dike, eger ew yek bê rawestandin dê ziyanê bigihîne hemû Iraqê û her ji ber wê pêwîst e ku ew mijar bi awayekî bê çareserkirin ku di berjewendiya hemû aliyan de be

Di hefteyekê de du caran şanda Herêma Kurdistanê bo çareserkirina vê mijarê serdana Bexdayê kiriye û li gel Wezareta Petrolê û Kompanya Somo civiyaye, lê heta niha li hev nekirine.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'