Çîroka lîstika bi navê “Rojbash” bûye fîlm

.

Derhêner Ozkan Kuçuk çîroka şanogerên Kurd yên ku 25 sal berê xwestibûn lîstika bi navê “Rojbaş”ê bilizîn kiriye fîlm.

Lîstika bi navê “Rojbaş” 25 sal berê li Tarlabaşiya Stenbolê derketibû holê. Çîroka “Rojbaş”ê bûye fîlm.

Derhêner Ozkan Kuçuk çîroka şanogerên Kurd yên ku 25 sal berê xwestibûn lîstika bi navê “Rojbaş”ê bilizîn kiriye fîlm. Fîlm temam bûye û xwe ji festîvalên netewî û navneteweyî re amade dike.

Yekem fîlma metrajdirêja derhêner e.  Di heman demê de hewldana pîşandana şanoya qedexekirî ye ku li jêrzemînekê dest pê kiriye û di encama qedexeyan de neçar maye dîsa vegere jêrzemînekê.

Li gorî Kemal Ûlûsoyê ku bi salane kedkarê şanoya kurdî ye, piştî 25 salan îro rewşa kurdî bûye wek wan salên qedexekirî.

Lîstîkvanên fîlmê: Kemal Ulusoy, Erdal Cevîz, Yildiz Gultekîn, Nîhat Oz, Nazmî Kirik, Cabbar Bariş, Rêzan Kaya, Yavuz Akkuzu, Azad Tunç, Serap Sonmez, Rûgeş Kirici, Hîlmî Demirer, Omer Şahîn, Mûrat Batgî, Mizgin Kapazan, Alîşan Onlu, Zelal Gunduz, Welat Akdag.

Senaryo-Derhêner: Ozkan Kuçuk

Derhênerê Dîmenê: Koray Kesîk

Derhênerê Hûnerê: Sedat Bariş

Derhênerê AlîkarÇ Fûnda Karakaya

Çavkanî: Bîanet

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin