Çîroka ku ji Kurdistanê digihe Îrlandayê: Mal

.

Belgefîlma bi navê “Mal: Çîroka Jiyana Zak Moradî” niha li Îrlandayê tê nîşandan.

Çîrok jiyana koçberekî Kurd vedibêje ku ji Rojhilatê Kurdistanê digihe Îraqê û Başûrê Kurdistan û di pey re jî digihe Îrlandayê.

Zimnakoyê ku Îrlandî jê re dibêjin Zak, berê jî bûye mêvanê Diyasporayê.

Ji bilî ku lîstikvanekî naskirî yê lîstika hurlingê ye, wekî çalakvan û nivîskar jî di medyayên mezin ên Îrlandayê de li dijî nijadperestiyê û ji bo doza Kurdistanê gelek xebat kirine.

Lehengê hurlingê û çalakvan Zimnako Moradî bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û da zanîn ku belgefîl dê 12 vê heyvê were nîşandan.

“Min xwest bêtarên ku hatine serê gelê Kurd û Kurdistanê vebêjim”

Zimnako Moradî diyar kir ku wî xwestiye bobelatên hatine serê Kurdan nîşan bide û biland:

“Dema ku ez di sala 2002yan de gihîştim Îrlandayê û piştî ku ez mezin bûm ez fikirîm kitêbekê li ser jiyana xwe û çawaniya gihîştina min a Îrlandayê binivîsim.

Her wiha min xwest bêtarên ku hatine serê gelê Kurd û Kurdistanê vebêjim.

Piştî pirtûka min qediya kesekî bi navê Declan Ryan ku bazirgan û milyarderekî Îrlandî ye û her wisa avakerê hêla esmanî ya Ryan Airê ye, pirtûka min dixwîne û zafî bala wî dikişîne.

Ew jî biryarê dide çîroka pirtûka min bike fîlmek û belav bike.

Êdî em axivîn û me li hev kir û me sala 2023yan dest bi çêkirina fîlmê kir û me îsal kuta kir."

“Rêya dijwar ku malbata min pê giha Îrlandayê vedibêje”

Zimnakoyê ku xelkê Serpîl Zehawa Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser belgefîlma xwe got:

“Fîlm ji ber çîrokên xwe yên ku hin ji wan behsa malwêraniyên ku hatine serê gelê Kurdistanê dikin ên wekî cîhilkirin, kîmyabaran û Enfalê pir xurt e.

Her wisa rêya dijwar a ku malbata min pê giha Îrlandayê vedibêje. Loma bi baweriya min, dê di vê festîvalê de ku cara yekem e beşdarî dibe, pileyeke baş bi dest bixe."

Ji ber ku ew berê lîstikvanekî naskirî yê lîstika hurlingê bû û vêga jî rahêner e ji aliyê Îrlandiyan ve tê naskirin û jê re dibêjin Zak.

Zak ji Diyaporayê re da zanîn ku belgefîlm ji derhênana Trevor Whelan e û her wisa Will Rock û Ellen James karê produseriyê kirine û dirêjahiya fîlmê 52 xulek e.

Zak kesekî miletperwer e û her dem di derketinên xwe yên di TV û medyayên navdar ên welatê Îrlandayê de Kurdbûna xwe dupat dike û di her fersendê de qala doza neteweya xwe dike.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî