Cindirês: Rêxistineke Fransî daxwaza piştevaniya nexweşxaneyan dike

.

Li Cindirês a ser bi Efrînê ve, tîma rêxistineke Frensî, wêrankariya li nava bajarok nirxand û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku piştevaniya nexweşxaneyan bike.

Berpirsên rêxistinê gotine, ew piştî erdhejê derbasî Cindirêsê bûne û gelek kes ji bin kavilan derxistine û gelek birîndar jî derman kirine.

Li gorî amarên rêkistinên xwecihî, ji ber erdheja 6ê Sibatê nêzîkî 300 avahî li Cindirêsê bi temamî herifî ne û 220 avahî jî li ber rûxanê ne.

Cindirês a Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye, piştî erdheja 6ê Sibata 2023an. Tîmek ji Rêxistina Mehad a Fransî ne hikûmî rewşa wêrankariyê li nav bajarok dinirxîne.

Serokê tîma rahênanê li vê rêxistinê hawara xwe digihîne civaka navdewleyî û aliyên peywendîdar daku piştîvaniya nexweşxaneyên Cindirêsê bikin.

Serokê Rahênanê li Rêxistina Mehad a Fransî Raphael Pitti got, “Divê em îro di siberojê de bifikirin. Divê em derd û êş û birînên xelkê derman bikin. Lewra divê em piştîvaniya nexweşxaneyan bikin. Pêwîstiya me bi alav û amûrên nexweşxaneyan heye, em ê nexweşxaneyan xwe yên gerok çalak bikin da ku biçin navendên koçberan. Em di jinûavakirinê de difikirin, lê pêwîstiya me bi pereyên zêde heye.”

Li gor berpirsên rêxistina Mehad a Fransî, piştî erdhejê tîmên wan derbasî Cindirsê bûn û gelek mirov ji bin kavilan rizgar kirine, çadir û xwarin bo zeradîtiyan dabîn kirine, di dema li nexweşxaneyên navçeyê birîndar jî derman kirine.

Pizîşkê Rêxistina Mehad a Fransî Lahna Zouhair anî ziman, “Erdhej li welatekî çêdibe, ciheke ku bandora deh salên şer lê bûye, li gel nebûnê, zehmetbûna bidestxistina keresteyan. Ji ber bêkariyê pêwîstiya xelkê bi alîkariyê heye, ne ji bo ku bijîn, daku tenê li jiyanê bimînin.”

Li gor marên rêxistinên xwecihî, ji ber erdheja 6ê Sibatê nêzîka 300 avahî li Cindirêsê bi temamî herifî ne, û 220 avahî jî di bazneya herifandinê de ne.

Di dema heta niha 1200 kesan ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, 2700 malbat li çolê mane û 760 malbatan jî berê xwe dane gundewarên Idlib û Helebê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye