Çinar Seid Ebdullah: Proseya erebkirinê li navçeyên Kurdistanî berdewam e

.

 Endameke Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dema beşdarbûna di Yekemîn Festîvala Pêkvejiyanê li Şêxanê de got, heta niha proseya erebkirinê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam e.

Endama Komîteya Navendî ya PDKê Çinar Seid Ebdullah ragihand, ji bilî hebûna proseya erebkirinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsgirêka mezhebên cuda jî heye.

Çenar Seid Ebdullah got: “Mezhebên serdest dixwazin mezhebên din daqurtîne. Pirsgirêk jî di rêkxistina siyaseta rêveberiyê de ye û destûra vî welatî pirsa pêkvejiyanê çareser neke, ji ber ku heta niha destûreke me ya sivîl nîne ku nebe metirsî li ser pêkhateyan.”

Îro 13ê Gulana 2023an, Yekemîn Festîvala Pêkvejiyanê li Şêxanê dest pê kir. Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî, lidarketina vê fîstevalê wek gaveke girîng û pêwîst bi nav kir û destnîşan kir, di dirêjahiya dîrokê de hemû pêkhateyên cuda li vir bûn û bi hev re jiyane.

K24

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir