ÇINAR - DEDAŞê xwest trafoyê jê bike: 7 kes hatin desteserkirin

.

Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di xwepêşandeke li dijî DEDAŞê de 7 welatî hatin desteserkirin.

Tîmên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ji bo jêkirina trafoyeke elektrîkê ya ku di avdana berhemên çandiniyê de dihat bikaranîn tevî cendirmeyan çûn gundê Sipyagê ya navçeya Çinarê ya Amedê.

Şêniyên gund li dijî jêkirina trafoyê xwepêşandanek da destpêkirin û nerazîbûn nîşan da.

Li gorî zanyariyan cendirmeyan midaxeleyî xelkê kiriye û 7 welatî desteser kirine.

Hat ragihandin ku cendirmeyan 7 welatiyên ku hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Çinarê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle