Çileya şehidên serhildanê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine lidarxistin

.

Îro roja Duşemî 5ê Befranbarê, çileya şehîdên azadiyê yên serhildana seranserî “Aram Hebîbî, Zaniyar Muradî, Daniyal Paybendî, Aram Hebîbî û Burhan Keremî” bi beşdariya 100an kes ji xelkê bi rê ve çûn.

Di çileya şehîd “Aram Hebîbî û Zaniyar Muradî” de bi 100an kes ji xelkê bajarê Sineyê li ser tirba wan şehîdan kombûn û tevî rêzgirtin ji yada wan şehîdên azadiyê siloganên “jin jiyan azadî, heta kurdek bimîne Kurdistan dê bimîne, dayê megrî bo role şerte em bistînin tole” dan û li ser tirba wan sirûdên şoreşgerî belav kirin.

Herwisa di çileya şehidê azadiyê “Daniyal Paybendî” yê 17 salî û kurê “Behmen” li bajarê Seqizê, bi 100an kes ji xelkê wî bajarî li ser tirba wî şehîdê li goristana “Ayçî”yê amade bûn û tevî rêzgirtin ji yada wî şehîdê û tev şehîdên azadîyê, silogan dan û sirûda netewiya “Ey Reqîb" û sirûda “Ey Şehidan” sitrandin û çendîn siloganên wek “bimre dîktator, bimre caş, heta Kurdek bimîne Kurdistanê dê bimîne, Kak Danyal qehreman e şehîdê Kurdistan e” û çendîn siloganên din dan.

Herwisa di çileya şehîdê azadiyê Aram Hebîbî de li bajarê Sineyê, bi 100an kesan tevî bilindragirtina yada wî şehîdê, li dijî rejîma Îranê siloganên “şehîd namirin, caşê heramzade we renca kurd bi ba da, jin jiyan azadî û heta Kurdek bimîne Kurdistanê dê bimîne” dan.

Herwis di bajarê Kamêranê de li çileya şehîdbûna “Burhan Keremî”, keça wî şehîdê doza azadiyê li ser tirba bavê xwe silogana “merg ber dîktator” da û bi 100an kes ji beşdarbûyên wê rêûresmê li ser tirba wî şehîdê silogan dan.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de