Cîgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel hat girtin

.

Di derheqê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel de, biryara girtinê hat dayîn. 

Di derheqê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel de, biryara girtinê hat dayîn.

Siyasetmedarê Kurd Bayram Bozyel, di 8 Mijdarê de, hatibû destserkirin û 24 demjimêr jî hevdîtina wî ya bi parêzer re hatibû qedexe kirin. Bayram Bozyel û 18 kesên din ku pê rê hatibûn desteser kirin, îro li dadgeha Diyarbekirê hatin darezandin û ji bo Bayram Bozyel û 15 kesen din biryara girtinê, ji bo 2 kesan jî biryara hevsa li malên xwe hat dayîn.

Parêzerên Bayram Bozyel, dan zanîn ku Bozyel bi piştgirîdayîna rexistinên deryasayî hatiye tawanbar kirin û hêncetên wek: stranên bi Kurdî, hevandina weşanên qedexe, di daxuyaniyan de bikaranîna peyvên Kurd û Kurdistan, herçar parçê Kurdistanê hatine nîşandan û bi wan hêncetan jî wek piştgirî û hevkariya KCK’ê hatiye tawanbar kirin û ceza kirin.

Yek ji parêzerên Bozyel, Hasan Dagtekîn, ragihand ku tu pênwendiyên Bayram Bozyel, bi rêxistinên der yasayî re tune ye, lê tiştên ku siyasetmedarekî Kurd bikar bîne, wek hênceta girtina wî hatine nîşandan.

K24

BITÎKÎNE: Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan

BITÎKÎNE: PSK, PÊLKURD , TEVGER, PDK-BAKUR, PAK: Em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e