Cîgirê Erdogan: Em dijî nijadperestiya etnîkî, herêmî û olî ne

.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz şeva borî ligel Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Stenbolê dijîn civiya û got, ew siyaseta nasnameyê nakin û ew dê nehêlin siyaseta nasnameyê bê kirin.

Cevdet Yilmaz ku di kabîneya nû de bûye Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê, xelkê parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye. Yilmaz şeva borî li Stenbolê ligel Kurdên ku li wî bajarî dijîn civiya.

Yilmaz gotarek pêşkêş kir û behsa siyaseta nasnameyê, giringîdayîna pîşesaziyê û avakirina aramî û ewlehiyê li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Niha ne wek berê ye û aramî û ewlehî li wê navçeyê heye û em dê rê nedin siyaseta nasnameyê were kirin.”

Cîgirê Serokkomarê Tirkiye Cevdet Yilmaz got: “Feraseta me ji despêkê ve ew e; em dijî nijadperestiya etnîkî, nijadperestiya herêmî û nijadperestiya olî ne. Me qet di navbera welatiyên xwe de siyaseta nasnameyê nekiriye, li beramber nasnameyan em her tim rêzdar bûn. Me got nasnameya her kesî taca serê me ye. Ji bo mirov nûnertiya nasnameya xwe û baweriya xwe bikin me hemû derfet amade kirin. Me qet siyaseta nasnameyê ne meşand. Bi bikaranîna nasnameya mirovan em li pey armancên cuda nebezîn û ji vir û şûn de jî em dê vê yekê nekin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle