CIA derbarê êrişên ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyeke tund da Tirkiyê

.

Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) hişyariyeke tund da Tirkiyê û diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê serbazên Amerîkayê dixe xeterê.

Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Bill Burns peyamek tund da Serokê MITa Tikriyê Hakan Fidan û li dijî êrîşên topbaran û esmanî yên vê dawiyê yên Tirkiyê li dijî Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê derket.

Herwiha Serokê CIAyê Bill Burns hişyarî da ku êrişên Tirkiyê hêzên Amerîkî yên li ser Rojavayê Kurdistanê dixin xeterê.

Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîndan peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Çavkaniyên Amerîkayê dibêjin sedema sereke ya zêdebûna zextên Amerîkayê li ser Tirkiyê ji bo rawestandina êrişên xwe li bakurê Sûriyê ew e ku yek ji êrişên asmanî yên Tirkiyê ku hefteya borî pêk anîbû li wê derê hefeke ku lêxistine kêmtirî çaryek mîl dûrî leşkerên Amerîkî bûye.

Herwiha Burns ji Fîdan re got ku ev êriş leşkerên Amerîkî xistiye metirsiyê û jê xwestiye ku xwe ji dagirkeriya bejayî dûr bixin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye