Çi bi parêzgar û qeyûmê Dêrsimê hat?

.

 Tê gotin ku parêzgar û qeyûmê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu xwestiye îstifa bike û Wezareta Karên Navxwe jî ew ji erkê wî vekişandiye.

Bulent Tekbiyikoglu sala 2023yan bûbû parêzgarê Dêrsimê û 22 Çiriya Paşîn a 2024an jî Wezareta Karên Navxwe a Tirkiyeyê ew wekî qeyûm danîbû ser Şaredariya Dêrsimê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê ragihandibû ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun wefat kiriye.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun doh li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li gorî hinek angaştan Bulent Tekbiyikoglu piştî “telefoneke ku ji Enqereyê hatiye” destûr daye çalakiya bibîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun.

Li gorî Nowhaberê Tekbiyikoglu piştî vê yekê xwestiye ku îstifa bike û daxwazname daye Wezareta Karên Navxwe.

T24ê jî da zanîn ku Wezareta Karên Navxwe a Tirkiyeyê ew ji erkê wî vekişandiye û nivîsa wezaretê çûye ji Parêzgariya Dêrsimê re.

Divê were gotin ku heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle