CHPê derbarî dûrxistina hevserokan bertek nîşan da

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu, “Mixabin, mixabin be, piştî ev qas berdêlan, em dê bigihîştibana vir?”

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu, li hember biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê bertek nîşan da û ragihand: “Mixabin, mixabin be, piştî ev qas berdêlan, em dê bigihîştibana vir?”

 

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan bo birêvebirina karûbarên şaredariyan hatin erkdarkirin.

 

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu, li hember vê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê nerazîbûn li ser hesabê xwe yê twîtterê nîşan da û got, “gelo piştî ev qas berdêlan em dê bigihîştina vir.”

 

Mehmet Bekaroglu got, şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê ku 4-5 meh berî niha hatibûn hilbijartin, bi hinceta alîkariya rêxistina terorê ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan, walî hatin erkdarkirin. Wateya vê yekê tenê betalkirina demokrasiyê nine, di heman demê de şikestina hêviya xelkê ji siyaseta rewa ye jî.

 

Bekaroglu herwiha da xuyakirin, tometbarkirina serokên şaredariyên ku berî 4-5 mehan hatine hilbijartin, bi terorê û bi vê hincetê dûrxistina wan ji kar, “ne tiştekî wisa ye ku bê bawerkirin, di demekê de ku hişmendiya desthilatdariya AK Partiyê, Osman Ocalan, ku di kategoriya Sor a lîsteya terorê ya Tirkiyê de cih digire, derdixe ser ekrana TRTê.”

Wî parlamenterê CHPê herwiha destnîşan kiriye, “bi vê hişmendiya ku nikare hilbijartina Ahmet Turk weke serokê şaredariya Mêrdînê  qebûl û tehemul bike, pirsa Kurd li Tirkiyê nayê çareserkirin. Bi vî mejiyê han, pirsgirêkên Kurd û terorê nayên çareserkirin, tenê tên bikaranîn.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest