Chomsky peyameke vîdyoyî ji Newroza Wanê re şand

.

 Zimanas, dîroknas û fîlozofê navdar ê dostê kurdan ê Amerîkî Noam Chomsky ji bo pîrozbahiya Newroza bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê peyameke vîdyoyî şand.

Chomsky di peyama xwe de dibêje: “Gelê kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiya. Tevî zext, zor û tundiyê jî bi ser ket. Ev berxewdan û serkeftina gelê kurd ji bo me dersek e.”

Peyama Chomsky wiha didomîne: “Weke têkoşîna wan serkeftina wan a li dijî van zor û zehmetiyan jî îlham dide. Di vê têkoşînê de ji bo min şanaziyek e ku ez piçekî jî beşdarî vê hewldana awarte bibim. Min di demeke nêzîk de li Zanîngeha Rojava axaftinek kir. Beriya çend salan, ev tişteke ku nedihat xeyalkirin bû. Vê nîşanî me da ku ruhê mirovan tenê xeyal nake, bi ser jî dikeve. Ev berxewdan û serkeftina gelê kurd ji bo me dersek e. Elbet wê berdewama wê jî were û dê ji vê kêmtir nebe. Newroz Pîroz Be!”

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike