Cezayê girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Sêrtê hat birîn

.

 Li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê bi hinceta “endamdiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê birî.

Sofya Alagaş li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê ji ber xebatên rojnamegeriyê dihat darizandin.

Îro rûniştina dozê hat kirin û dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sofya Alagaş birî.

Parêzerên Sofya Alagaşê Resul Tamur û Pîrozhan Karalî Guler, endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê, rojnamegerên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Serokê Komeleya Xebetên Medya û Hiqûqê (MLSA), Veysel Ok, nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firatê (DFG) parêzerên Baroya Amedê, Serokê Baroya Sêrtê Muhammet Alptekîn û Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdoagan Saritaş jî di rûniştina dozê de amade bûn.

Cezayê hatiye dayin li pêşiya Edliyeya Amedê hat protestokirin. Beşdarên rûniştina doze biryara dadgehê şermezar kir.

Sofya Alagaşê bertek nîşanî biryarê da û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

“Ev êriş li dijî îradeya Kurdan e”

Heveroka Şaredariyê eşkere kir ku ev biryareke siyasî ye û wiha domand:

“Li vî welatî edalet û hiqûq tune. Ji bo Kurdan hîç nine. Xelkê vî bajarî bi şev û roj dixebitîn da ku ku qeyûm bişînin.

Ev çi bêhurmetî û xemsarî ye? Gelê Kurd we naxwaze. Ev hatiye tescîlkirin. Ma bi zorê ye? Ev kes ji te bawer nakin.

Bi qasî ku hûn dikarin dozan vekin.

Em dê dîsa bixebitin, em dê dîsa di ber xwe bidin. Bila kes nefikire ku em, ev partî, ev gel dê dev jê berde.

Ev dozeke siyasî bû. Ev dozeke siyasî ye. Ev êriş li dijî îradeya Kurdan e.

Me doh dev jê berneda, em îro jî dev jê bernadin û em dê sibe jî dê dev jê bernedin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle