Cezayê Celadê Kurdan diyar bû

.

 Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê yê li Dadgeha Resafeyê, dadwer cezayê bidarvekirinê li Ecac Tikrîtî birî ku bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.

Li Dadgeha Resafeyê ya li Bexdayê rûniştina duyem a darizandina Ecac Tikrîtî hat kirin.

Dadgehê piştî nirxandina belge û îfadeyan, biryara bidarvekirina Ecac da.

Eyad Kakeyiyê parêzerê Enfalbûyiyan ê di doza Ecac de 13ê Gulana 2026an ji Rûdawê re got:

"Di rûniştina borî de îfadeyên gilîkeran hatin girtin û tohmetbar jî bi zelalî li sûcên xwe mikur hat.

Vê yekê karê dadgehê hêsan kir da ku biryara dawî bide."

Li hinek sûcên xwe mikur hat

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm hefteya borî ragihand ku Ecac li tawanên destdirêjiya li ser keçên girtî û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye.

Celadê Nugreselmanê

Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin, ew di dîroka Enfalê de wekî yekî ji wan navan tê naskirin ku li Zîndana Nugreselmanê li hemberî Kurdên girtî "hovîtî" kiriye.

Tê payîn ku di rûniştina îro de nûnerên Wezareta Şehîd û Enfalbûyiyan, rêxistinên mafên mirovan û hinek xizmên qurbaniyan amade bin.

7ê vê mehê 26 şahidan û xizmên Enfalbûyiyan li pêşberî dadwer sonda yasayî xwaribû û hûrgiliyên wan sûcan gotibûn ku li Nugreselmanê li hemberî wan hatibûn kirin.

Hinek tawanên wî

Ew bi şehîdxistina gelek kesên di Zîndana Nugreselmanê ya li parêzgeha Musenayê (Îraq) tê tawanbarkirin.

Eyad Kakeyî diyar kir ku wî îfadeyên Ecac ên dema lêpirsînê dîtine û Ecac li tawanên xwe mikur hatiye û gotiye:

"Min serê sisê danan yek semûn dida Enfalkiriyên Zîndana Nugreselmanê û min avek dida wan ku nedihat vexwarin da ku bimirin.

Kesên ku canê xwe ji dest dida, ji zîndanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin; ji ber ku axeke kêm bi ser wan dihat dakirin termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên wan dixwarin."

Li gorî agahiyên dosyayê, Ecac sala 1962yan li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û sala 1986an Koleja Ewlehiya Neteweyî qedandiye û li başûrrojhilatê Selahedînê hatibû girtin.

Eyad Kakeyî da zanîn ku Ecac di dema lêpirsînan de li wê yekê mikur hatiye ku ew dema Enfalê berpirsê Zîndana Nugreselmanê bûye.

Kurdistan Haberleri

PWK: Ji bo rêzlêgirtina mîr Celadet Bedirxan werin semînerê
Li Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî bi muzîk û gotûbêjan tê pîrozkirin
Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya yekbûna Pêşmergeryan bi awayê pêwîst berdewam nake
QAMIŞLO - ‘Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake’
Nêçîrvan Barzanî li ser cezakirina Celadê Kurdan peyamek belav kir