CENTCOM: Plansazê êrişên DAIŞê hat kuştin

.

 Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan yek ji serkirdeyên sereke yê DAIŞê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî û 2 çekdarên wê rêxistinê li Bakurê Sûriyê kuştine. Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî wek plansazê operasyonên DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê dihat naskirin.

CENTCOM di daxuyaniya nivîskî de ragihand, hêzên wan, serkirde û plansazê êrişên DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî ligel du çekdarên din kuştine.

Di daxuyaniya CENTCOMê de ku duh bi şev belav kiriye, wiha tê gotin: “Ev serkirdeyê DAIŞê îro danê sibê di êrîşeke bi helîkopteran de li bakurê Sûriyê hat kuştin. Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî hedefa sereke ya operasyonê bû. Di encama çalakiyê de 2 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku operasyon tenê bi helîkopteran ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye encamdan.

Li gor daxuyaniyê ew operasyon piştî nirxandina îstixbaratên ku di derbarê planên çekdarên DAIŞê yên ji bo revandina rayedarên biyanî de hatine bidestxistin, hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de derbarê cihê tam yê operasyona li dijî serkirdeyê DAIŞê de ti agahî nehatine dayîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino dibêje, "Em dizanin ku DAIŞ li derveyî Rojhilata Navîn hêviyên xwe yên êrîşan didomîne. Lewma em bi biryar in ku DAIŞê têk bibin."

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’