CENTCOM: Me lîderekî DAIŞê kuşt

.

CENTCOMê ragihand ku wan li Sûriyeyê lîderek û çekdarekî DAIŞê kuştine.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku wan doh li Sûriyeyê Ebû Yûsifê (Mehmûd) lîderê DAIŞê kuştiye.

CENTCOMê diyar kir ku Ebû Yûsif li Dêrezorê di êrişeke asmanî de hatiye kuştin û pê re çekdarekî din jî hatiye kuştin.

Fermandariya Navendî daxuyand ku ew û şirîkên xwe yên herêmî van operasyonan ji bo kêmkirina hewlên terorîstan ên ji bo êrişkirinê û çalakiyan encam didin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, êriş li cihekî ku berê di kontrola Sûriye û Rûsyayê de bû hatiye kirin.

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla amaje bi berdewamiya karên bi aktorên herêmî re kir û got:

“Wekî ku berê jî hatiye kirin Amerîka bi hevkarên xwe yên herêmî re rê nade ku DAIŞ ji rewşa heyî ya Sûriyeyê sûdê bibîne.

DAIŞ dixwaze 8 hezar endamên xwe yên ku li Sûriyeyê girtî ne rizgar bike.”

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir