CENTCOM: Me dest danî ser çekên ku ji Îranê derbasî Yemenê hatibûn kirin

.

Fermandehiya Navendî ya hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Kendava Omanê dest danîne ser çek û cebilxaneyên ku ji Îranê bi qaçaxî derbasî Yemenê bûne.

CENTCOMê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de hat diyarkirin ku di operasyona ku di 15ê Çileyê da li Kendava Omanê hat kirin de zêdeyî 3 hezar çek, 578 hezar gule û 23 mûşekên dijî tankan hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên CENTCOMê di 6ê Çile de li Kendava Omanê di keştiyeke masiyan de dest danîn ser zêdetirî 2 hezar û 100 çekên ku ji Îranê bi qaçaxî derbasî Yemenê bûne. heriwha di 4 operasyonên ku di 2 mehên dawî da hatin kirin da zêdeyî 5 hezar çek û 1,6 milyon gule hatin astengkirin ku derbasî Yemenê bibin.

Şêwirmendê Serokê Dîwana Serokatiyê ya Yemenê û Wezîrê Derve yê berê Abdulmelîk el-Mihlafî jî di 24ê Çileyê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 100 motorên firokeyên bêmirov ên Îranê ku ji aliyê Hûsiyan ve dihatin bikaranîn, li Deriyê Sînor ê Şahnê yê di navbera Yemenê û Umanê de hatin girtin.

Mihlafî daxwaza lêkolîneke navneteweyî li ser motorên firokeyên bêmirov desteserkirî kir û tekez kir ku divê di wê veguhestinê de kî çavan xwe jê re girtine, alîkariyê û asankariyê kirine derkevin holê.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an vir ve paytext Sana û hin herêm di bin kontrola wan de ne. Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an vir ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt