CENTCOM: Me bi HSDê re 5 çekdarên DAIŞê girtin

.

 Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje, piştî destpêkirina gera wan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) re 5 çekdarên DAIŞên girtine.

Fermanderiya Navendî ya Amerîkayê ku bi navê CENTCOM tê naskirin, îro Înê li ser Twitterê got, “Ji dema ku operasyonên hevpar ên ji bo têkbirina DAIŞê di navbera Amerîkayê û HSDê de di 8ê Kanûnê de ji nû ve dest pê kirin, me 6 operasyonên hevpar pêk anîn.”

CENTCOMê ragihand ku wan 5 çekdarên DAIŞê yên ku plana êrîşa li ser Kampa Holê dikirin girtine ku malbatên DAIŞê tê de ne.

Roja Pêncşemê 15ê Kanûna 2022an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dîmenek ji operasyona Yekîneyên Dijî Terorê ya Rêveberiya Xweser belav kir û ragihand, “Roja Sêşemê 13ê Kanûnê, yekîneyên me yên dije-terorê bi hemahengiya hêzên hevpeymaniya navdewletî li rojhilatê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.”

HSDê diyar kir ku wan "terorîstek" girt ku "malbatên DAIŞê bi qaçaxî ji Hola Kampê derdixist û çek digihand terorîstan".

Roja Sêşemê 13ê Kanûna 2022 Pentagonê ragihand, hêzên Amerîkayê ji Mijdara îsal ve dest bi operasyonên leşkerî yên hevbeş bi HSDê re li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kirine.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?