CENTCOM: Li ser erdhejê em bi HSDê re di nava hemahengiyê de ne

.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew li ser erdhejê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di nava hemahengiyek nêzîk de ne.

Di erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, hejmara kesên ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan heta niha 13 hezar kesan derbas kir.

Di daxuyaniya CENTCOMê de, ku ji ber erdheja ku li Tirkiye û Sûriyê pêk hat, sersaxî hat xwest û di 7ê Sibatê de hatibû diyarkirin ku li navenda CENTCOMê ya li Tampa ya eyaleta Florîda ji bo piştgiriyê bidin kesên ku ji erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê mexdûr bûne, tîmeke xebatê hatiye avakirin.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Ji bo piştgiriyê ji Tirkiyeyê re bişînin, em ji nêz ve bi Fermandariya Amerîka ya li Ewropayê re jî dixebitin. Serokatiya CENTCOM; Wezareta Berevaniyê, Wezareta Derve, Ajansa Pêşvebirina Navdewletî ya Amerîkayê ji nêzîk ve bi hevkarê me Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevahengiyê dike.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye