Cenezayên 3 çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê hatin dîtin

.

Cenazeyên 3 çiyagerên ku ji bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibûn û hilkişiyabûn Çiyayê Rindoleyê yê li Şinoyê piştî 5 rojan hatin dîtin.

5 endamên Grûpa Çiyagerî ya Kawayanê ya Nexedeyê, 11ê Kanûna Paşîna 2024an roja Pêncşemê ji bo çiyageriyê çûn Çiyayê Rindoleyê yê li navçeya Şinoyê ya ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Roja Înê aşût bi ser wan de hat.

Bi dehan çiyager, welatiyên din û karmendên fermangehên hikûmî wekî Heyva Sor a Bajarê Şinoyê çûn Çiyayê Rindoleyê da ku çiyageran rizgar bikin.

2 kes ji wan roja înê hatin rizgarkirin lê ji ber sir seqemê û rewşa xirab a keşûhewayê, hemû çiyager nehatin rizgarkirin.

Îro di encama xebata ciyager û xelkê deverê de cenazeyên çiyagerên ku di bin berfê de mabûn hatin derxistin.

Li aliyên din, çiyagerên ku jiyana xwe ji dest daye Mihemed Royan, Muhsîn Ezîzî û Riza Kayiş in.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle