Cendirmeyên Tirkiyê îşkence li du ciwanên Kurd kirin

.

 Cendirmeyên Tirkiyê du ciwanên Kurd li Dirbêsiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê girtine û bi tundî îşkence kirine û ew vegerandine Rojavayê Kurdistanê.

Yek ji wan ciwanan Mihemed Qasim ji Rûdawê re got, wan xwest ji Dirbêsiyê biçin Bakurê Kurdistanê da ku di wir re biçin Tirkiyê û piştre biçin Ewropayê lê dema ku wan dîwarê sînorî derbas kir, cendirmeyên Tirkiyê ew girtin û bi kut û daran li wan xistin û ew rût kirin û piştre avêtin aliyê din ê sînor.

Mihemed Qasim diyar kir ku ew û ciwanekî 14 salî yê ji Hesekê bi hev re bûn, kesê ku ew derbasî aliyê Tirkiyê kiriye welatiyekî Ereb ê xelkê gundê Erad a Dirbêsiyê bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin