Çendîn xwendingehên Îran û Kurdistanê dubare rastî êîrşên kîmyayî yên reîjmê bûn

.

Îro Sêşmî 22`ê Xakelêweya 1402`an a Rojî, di berdewamiya cinayetên rejîmê de xwedingehên bajarên weke, Urmiye, Îsfehan, Tewrêz, Kamêran, Şahîndij, Gunave û Kirmaşanê dersixwanên keç bûn armannca êrîşên kîmyay yên rejîmê.

Li bajarê Kirmaşanê, piştî kîmyaybûna dersxwanên keç yên xwendingeha Şîma Muradî ya wî bajarî, welatiyekî wî bajarî di girte vîdyoyekê, ji xelkê seranserê Kurdistan û Îranê daxwaz dike ku li hember cinayetên rejîmê yên li dijî zarokên xwe bêdeng nebin û hemû bi hev re derkev ser şeqaman.

Li Îsfehanê çendîn xwendingehên wî bajarî bûne armnaca êrîşên kîmyay, mixabin berpirsên xwendingehan ti hewlek bûna tendrustiya dersxwenan nedane û malbatên dersxwanan neçar mane bixwe bi hawara zarokên xwe de wer in.

Ev heyama çendîn mehane her roj li bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê, dersxwanên keç dibin armanca êrîşên kîmyay yên rejîma dije mirov û heta niha çendîn dersxwanên keç yên bajarên cuda bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û rewşa hejmarek ji wan jî nebaş hatiye ragihandin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’