Çend partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê serdana nûneratiya PDKÎ ya bajarê Hewlêrê kirin

.

Çend Partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê di serdana nûneratiya PDKÎ ya bajarê Hewlêrê de, dilxweşiya xwe ji serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê dane xuya û hevxemî û piştevaniya xwe ji tevgera Rojhilatê Kurdistanê dubare kirin.

Rojên 16 û 17`ê Xezelwera 1401an a Rojî, şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi serperestiya Sekretera wê Partiyê, “Fesle Yûsif”, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê bi serperestiya nûnerê wê Partiyê li Herêma Kurdistanê Dr. “Kawe Ezîzî” û Partiya Pêşenga Kurdistan-Sûriye bi serperestiya Sekreterê wê Partiyê Dr. “Îsmaîl Hesaf”, serdana nûneratiya PDKÎ ya Hewlêrê kirin û ji aliyê şanda PDKÎ bi serperestiya Nûnerê PDKÎ li Hewlêrê “Mihemedsalih Qadirî”, pêşewazî ji wan hat kirin.

Şanda aliyên Rojavayê Kurdistanê tevî nîşandana dilxweşiya xwe ji serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hevxemî û piştevaniya xwe ji tevgera Rojhilatê Kurdistanê dubare kirin.

Ji aliyê nûnerê PDKÎ ve, tevî rohnkirina rewşa dawî ya navxwe û berteknîşandanên cîhanî yên pêwendîdar bi serhildana gelên Îranê bo herifandina rejîma Îranê, spas ji helwîsta netewî û nîştimaniya tev aliyên siyasî û medenî yên Kurdistanê kir ku bo piştevanîkirin ji serhildana Rojhilatê Kurdistanê ji xwe nîşan dane.

Di vê hevdîtinê de li ser yekdengiya aliyan bo parastina vekheviya Kurdistaniyan û berdewamiya pêwendî û hevkariyên di navbera wan de li pêxema qederek hevpar, tekezî hate kirin.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû