Cenazeyên koçberên Kurd ên di Kanala Îngîliz de xeniqîn tên vegerandin

.

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyanikê diyar kir, li ser erka Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cenazeyê 16 qurbaniyên ku di Kenala Îngilîz de xeniqîne, wê ji bo Hewlêrê bêne vegerandin.

Roja 24ê Mijdara borî belema koçberan di Kanala Îngilîz (deryaya navbera Fransa û Brîtanayê) de binav bû û tê de hejmarek ji koçberên Kurd xeniqîbûn û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bi aliyên Fransayê ji bo naskirina nasnameya koçberên Kurd di pêwendiyan de bûn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyeka de eşkere kir, li ser erka Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, wê roja Îniya bê 24/12/2021ê cenazeyê 16 qurbaniyên ku di Kenala Îngilîz de xeniqîne, ji bo Hewlêrê bêne vegerandin.

Vegerandina wan terman, ji ber proseya nasîn û piştrastkirina nasnameyên wê, dora mehekê dereng ket, ew jî bi hevahengiya nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê bi Wezareta Dad, Wezarata Navxwe, Polîs û tîmên lêkolînê yên Fransayê birêve çû.

Di daxuyaniyê de hat jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî sersaxiya li malbatên qurbaniyan, daxwazê ji welatiyan dike ku nekevin dû bazirganên mirovan û bi riyên qaçax ji welat dernekevin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin