Cenazeyê Xalid Meşayîx li Qamişlo hat veşartin

.

- Cenazeyê siyasetvan û kesayetiya naskirî ya Kurdê Rojavayê Kurdistanê Xalid Meşayîx li goristana Qidûr Beg a Qamişlo hate veşartin. 

Cenazeyê siyasetvan û kesayetiya Kurd Xalid Meşayîx îro Çarşemê 8ê Kanûna 2021an li goristana Qidûr Beg a Qamişlo bi merasimeke hate veşartin û di merasîma veşartinê de malbat û dostên wî û kesayetiyên bajêr amade bûn.

Xalid meşayîx ku demek bû ji ber nexweşiyê li Almaniya dihate dermankirin, roja 3 vê mehê koça dawiyê kiribû. 

Xalid Meşayîx ku sala 1937 li Dêrikê ji dayîk bû, di nava Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) de karê siyasî kiribû, li ser hewlêstên xwe yên siyasî çend caran hate girtin û nêzîkî 10 salan ji temenê xwe di zindanên hikûmeta Sûriyê de derbas kiribû, ew ligel Hemîd Hecî Derwê  û Osman Sebrî di zindanê de bû û rastî gelek îşkenceyên giran hatibû.

Piştî ku partî perçe bû, dest ji siyasetê berdabû, koçberî Yunanê bûbû, bi tenê mabû, rojên pir nexweş derbas kiribûn, sala 2020 derbasî Almanya bûbû.

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin