Cenazeyê welatperwerê kurd, Şaban Aslan li Amedê hate veşartin

.

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, yek ji damezrênerên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Şaban Aslan, roja 07.03.2025ê, ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Cenazeyê welatperwerê kurd, Şaban Aslan li Amedê, li Goristana Yenîkoyê roja 07.03.2025ê hate veşartin.

Li ser mezelê Şaban Aslan, Berdevkê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Hanîfî Tûran di derbarê jîyan û xebat û têkoşîna Şaban Aslan de axaftinek. Kir.

Li gel malbata Şaban Aslan, rêvebir û endamên PWKyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Şaban Aslan bûn.

Tazîyeya Şaban Aslan dê li Mala Şînê ya Dîcleyê (Piran) bê danîn.

Rûpela Nû/Amed

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê