Cenazeyê welatperwerê Kurd Qizil Îbo (Îbrahîm Gultepe) li Wanê hate veşartin

.

Cenazeyê welatperwerê Kurd Qizil Îbo(Îbrahîm Gultepe) roja 01.08.2022yê li Wanê hate veşartin.

Li gel malbat û nas û dostên Qizil Îbo, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Nezîhe Karahan û Zafer Kizil, endamên Meclîsa PAKê Îsmêt Elçî, Husamettîn Acar, Mehemt Alî Yilmaz, Rêvebirên PAKê Mûzaffer Kizil, Abdurahman Înal, Ahmet Boga, Mehmet Ece, Bahattîn Ayaz, Kasim Kahramaner; Serokê DİTAMê Mehmet Vûral, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayîp Kizilyildiz û rêvebirên PSKyê Mehmet Baydar, İlhan Guner, nivîskar û lêkolînerê Kurd Zîya Avci, rewşenbîrên Kurd Beşîr Sansur, Bûrhan Altûnlî, Yilmaz Elçî, Mustafa Ozcan, Latîf Alpaslan, Nacî Atsiz û gelek welatperwerên Kurd beşdarî merasîma cenazeyê Qizil Îbo bûn.

PAK û PSKyê çelengek danîn ser mezelê Qizil Îbo(îbrahîm Gultepe)

Piştî xwendina telqîn û fatîhayê, li ser mezelê Qizil Îbo Endamê Meclîsa PAKê û Serokê Teşkîlata Wanê ya PAKê Îsmet Elçî di derbarê jîyan û têkoşîn û xebata Qizil Îbo da axaftinek kir.

Paşê jî girseya ku hatibû ser mezelî çûn cîhê tazîyeyê.

01.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'