Cenazeyê Welatperwerê Kurd Mehmûd Yoruk Li Amedê Hate Veşartin 

.

Cenazeyê kedkarê zimanê kurdî,  kedkarê doza azadîya Kurdistanê Mehmûd Yoruk(Mehmûd Nêşîte) îro(09.11.2022) li Mezargeha Yenîkoy a Amedê hate veşartin. 

Li ser mezelê Mehmû Yoruk,  lêkolîner û nivîskarê Kurd Malmisanij axaftinek kir. Malmisanij, di axaftina xwe da, xebata Mehmûd Yoruk a li ser zimanê kurdî û bi taybetî jî li zaravaya Kirmanckî/Zazakî anî ziman.Malmisanij got "Mehmûd Yoruk, bêwestan ji 50 salî zedetir ji bo doza miletê Kurd xebat kirîye,  ji bo zimanê Kurdî û bi taybetî ji bo Kirmanckî xebateke hêja kirîye ".

Li gel malbat û nas û dostên Mehmûd Yoruk, endamên Grûba Xebate ya Vateyî, sîyasetmedar, rewşenbîrê Kurd Salim Çelîker, Ciwanroj Ceyhan, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Alî Yilmaz û gelek endamên PAKê û welatperwerên Kurd jî beşdarî xaksipartina cenazeyê Mehmûd Yoruk bûn. 

Mehmûd Yoruk di sala 1943yan da li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye,  roja 09.11.2022yê li Amedê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir. 


Rûpela Nû/Amed

Kurdistan Haberleri

Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin