Cenazeyê welatperwerê Kurd Hayretîn Atabay li Mêrsînê hate veşartin

.

Li gel malbat û nas û dost û hezkirîyên Hayretîn Atabay, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, damezrenêrên PAKê M. Emîn Baltaş, Behzat Baskin, Abdî Işık, Omer Aksû, Cemal Boyacı û gelek alîgirên PAKê yên li Mêrsînê, rêvebirên HAK-PARê yên li Mêrsînê, sîyasetmedar û rewşenbîrên welatperwerên Kurd Vîjdan Baykara,Gulfer Guçlu, Îbrahîm Guçlu, Bahoz Şawata, Celal Temel, rewşenbîrê Ermenî Gafur Ohanis û gelek welatperwer beşdarî veşartina cenazeyê Hayretîn Atabay bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun li ser mezelê Hayretîn Atabay, di derbarê jîyan û têkoşîn û xebata Hayretîn Atabay da axaftinek kir. Kasim Ergun li ser navê malbat û hevalên Hayretîn Atabay spasîya beşdarên merasîma veşartina cenazeyê Hayretîn Atabay kir.

Tazîyeya Hayretîn Atabay li Mêrsînê li mala Hayretîn Atabay tê li dar xistin.,

Welatperwerê Kurd Hayretîn Atabay nêzîkî 50 salî wek kadroyekî dilsoz, di xebata doza azadîya Kurdistanê da cîhê xwe girtîye. Hayretîn Atabay, kadroyekî KİP-DDKDyê, rêvebirekî DKPyê û dost û hevalekî me bû. Di îskence û hevsên Dewleta Tirkîyeyê da zilm û zordarî dîtîbû.

Hayretîn Atabay vaye 3 sale ji ber nexweşîya penceşêrê tedawî didît, lê mixabin roja 14.02.2023yê koça dawî kir.

16.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?