Cenap Ekîncî hat girtin: Hincet Rojava ye

.

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr Cenap Ekîncî, bi hinceta peyamên xwe yên derbarê rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê hat girtin.

Prof. Dr Cenap Ekîncî di peyamên xwe yên li medyaya civakî de bal kişand ser rewşa mirovî û binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Cenap Ekîncî ji ber parvekirinên xwe yên li ser Xê bi îdiaya ku "propagandaya PKKyê kiriye" hat girtin.

Parêzerê Cenap Ekîncî yê bi navê Mustafa Demîr ji Rûdawê re û got ku Ekîncî ber peyamên xwe yên li ser hesabê xwe yê Xê ji bo îfadeyê çûye Birêvebiriya Ewlehiyê Amedê lê heman rojê bi biryara dadgehê hatiye girtin.

Mustafa Demîr da zanîn ku wan derbarê girtina Ekîncî îtiraza xwe kiriye lê heta niha biryareke nû nehatiye dayîn.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Ji ber êrişan gelek kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî ji cihên xwe ducare koçber bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle