Cemil Taşkesen Seredana Şaxa PAKê ya Batmanê Kir

.

Cemîl Taşkesenî ê Misircî, ji ber ku heyeteke PAKê seredana wî kiribû û piştgirîye xwe ji bo wî dîyar kiribû, îro (11.11.2021) ji bo spasdarî zîyareta  Şaxa PAKê ya Batmanê  Kir.

Cemil Taşkesen ji alîyê Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemîr ú rêvebirên PAKê bi germahîyek xurt hat pêşwazîkirin. Li ser bûyerê danûstandin û sohbetek xweş kirin.

Wek tê zanîn, li Misircê di dema seredana Seroka Giştî ya İyi Partîyê Meral Akşener de, li cihê esnafekî ku bi navê Cemîl Taşkesen ji Meral Akşenerê re weha gotibû ‘’Zimanê me , nasnameya me ya Kurdî tê înkar kirin. Vê derê Kurdistan e. Li Meclîsa Tirkîyeyê Kurdistan tê înkar kirin’'.

Paşê Cemîl Taşkesen ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin û piştî ku îfadeya wî hate girtin serbest hatibû berdan.

Bitikîne: Heyeta PAKê Seredana Cemîl Taşkesen Kir

Bitikîne PAK: Em desteserkirina Cemîl Taşkesenê ku gotibu ‘vê derê Kurdistan e’ şermezar dikin

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir