Cemîl Taşkesen ê ku ji Akşener re gotibû “Ev der Kurdistan e” dîsa hate desteserkirin

.

Welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ê ku li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re gotibû “Ev der Kurdistan e” careke din hate desteserkirin.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne 7ê Cotmeha 2022an welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ku di serdana Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a bo Sêrtê de jê re gotibû “Ev der Kurdistan e” careke din  li xala kontrolê ya têketina navçeya Misircê hatiye desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlekariyê hatiye birin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener 28ê Cotmeha sala derbasbûyî çûbû navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê û serdana çend esnaf û dikandarên wê navçeyê kiribû.

Di dema serdanê de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen weke karvedan li beramber polîtîkayên desthilatê û partiyên siyasî yên Tirkiyê li beramber Kurdan ji Akşener re gotibû, “Ziman û nasnameya me tê tune hesibandin. Kurdistan tê tune hesibandin. Em li dijî vê yekê ne. Em hene. Ew cihê ku tu niha lê Kurdistan e. Lê mixabin li Parlamentoyê Kurdistan tune tê hesibandin.”

Taşkesen piştî vê axaftina xwe jî bi hinceta propagandeya rêxistinê hatibû desteserkirin û piştî temambûna karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê hatibû azadkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin