Çemçemal- Dîsan li kêlgeha gazê ya Kormorê êrîş hat kirin

.

Îro cardin êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê hat encamdan, ku ev di nava hefteyekê de êrîşa duyem e.

Li gor zanyariyên K24ê, êrîşa li kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê, bi mûşeka katyoşa hatiye kirin û di kampa kêlgehê de zengilê agahdarkirinê hat lêdan.

Peyamnêrê me eşkere kir ku mûşek li nava kampa kêlgehê ketiye xwarê û agir bi pûş û qirşikan ketiye.

Kompaniya Dana Gas a Îmaratî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, di êrîşa mûşekî de ku bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Li ser êrîşa îro, Rêveberê Nahiya Qadirkerem, Sidîq Mihemed ragihand, mûşek ji heman wê deverê hatiye avêtin ku roja roja çarşema borî, bi heman şêwe mûşek hat avêtin.

Sidîq Mihemed eşkere kir, ji bilî şewata pûş û qirşikan, ti ziyaneke canî derneketiye holê.

Kompaniya Dana Gas, li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt