Çekdarên ser bi Tirkiyê zedeyî 900 darên zeytûnan li Efrînê birrîn

.

Çekdarên ser bi Tirkiyê di 10 rojên borî de bêhtir ji 900 darên zeytûnan li Efrînê birrîne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, ji destpêka vê meha Çile ya sala 2022yan ve, ango di 10 rojên borî de, çekdarên ser bi Tirkiyê, li herêma Efrînê, bêhtir ji 900 darên zeytûnan birrîne.

Ibrahîm Şêxo herwiha ragihand, çekdarên grûpên bi navên Şerqiye, Semerqend, Hemzat darzytûnên hedu gundên Hemam û Miskê li nahiyeya Cindirêsê, birrîne.

Çekdarên grûpa bi navê Feyleq Elşam derdora 700 darzeytûnên bitemen li ser rêya Kefer Nebo û Birc Heyder, li nahiyeya Şêrawa birrîne.

Çekdarên grûpa bi navê Sultan Murad jî, roja Sêşemê 11/01/2022yan nêzîkî 50 darên zeytûnan ên Mistefa Firdonî, li gunêdê Rifeetiyê yê ser bi Nahiyeya Cindirêsê, birrîne.

Di heman rojê de, çekdara derdora 85 darzeytûn, li ser rêya gundê Cirne yê ser bi nahiyeya Şerran, birrîn, ew jî yên welatiyê bi navê (Ibrahîm Xelîl) in.

Roja 06/01/2022yan jî Koçberên hawirdekirî yên li gundê Afrazê bicih bûne, li nahiyeya Mabata, 20 darzeytûn ên (Reşîd Hesen) birrîne. 04/01/2022yan, Çekdaran 70 darzeytûn ên Hisên Ehmed Ismaîl li gundê Diraqilya li nahiyeya Bilbilê, birrîne. 01/01/2022yan, çekdarên grûpa bi navê Melikşah 70 darzeytûnên Selah Reşîd ji xelkê bajarokê Şerran, birrîne.

Li gorî zanyariyan û dîmenên, ew darên ku têne birrîn, çekdar wan weke êzing li bazarên Efrîn û Idlib difiroşin, yan jî difiroşin kargehên komir û fehmê. Yek ji sesemên birrîna daran jî ew e ku xwediyên wan red dikin (xûkî û baca êzingan) bidin çekdaran.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan
Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!
Ciwanên Êzidî li Almanyayê nasnameya xwe diparêzin
Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin
Diakurd: Biryara doza Kobanê dijî îrade û mafên gelê Kurd hatiye dayîn