Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li nêzîkî Eyn Îsayê kom dibin

.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran amadekariyên operasyoneke leşkerî dikin 

Hêzên Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî dikin û ji bo vê mebestê bi sedan çekdaran ji Efrînê vediguhêzînin Girê Sipî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Serokên grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve, bang li hemû endamên xwe yên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, di amadehiyê de bin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Tirkiyê xwe amade dikin ku bi sedan çekdarên xwe ji Efrînê veguhezînin herêma Girê Sipî, da ku operasyoneke leşkerî pêk bînin.

Roja 22ê vê mehê jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku artêşa Tirkiyê, hêzeke leşkerî ku ji tank, top çekên giran û pêwîstiyên lojîstîkî pêk tê, gihand gundewarê Girê Sipî.

Ji aliyekî din ve, rejîma Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî li eniyên Eyn Îsayê bicih kirin. Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” jî hêzên xwe li rojhilatê Eyn Îsayê hember grûpên çekdaran kom kirine.

Ev amadekarî di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle