Çekdarên ser bi Tirkiyê li Girê Spî mal û milkê welatiyekî talan kirin

.

 Çekdarên grûpa bi navê Lîwaa El-Qeiqai a ser bi Tirkiyê, li gundê Gir Mazat ê ser bi navçeya Girê Spî, mal û milkê welatiyê bi navê Fadî Hesen El-Remezan talan kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji gundewarê navçeya Girê Spî diyar dikin, çekdaran 13 bermîl mazot, ku Fadî ji bo avdaniya zeviya xwe ya çandiniyê kirîbûn, du telefon û 130 hezar lîreyên Sûrî dizîne.

Çekdaran ew welatî bi wê yekê tometbar kir ku bêserûberiyê dirust dike, ji bo ku bi behaneya wê tometê mal û milkê wî talan bikin.

Hatiye naskirin ku Fadî, li binkeyên grûpên çekdar û li cem grûpa bi navê Polîsên Leşkerî  gilî li ser wan çekdaran pêşkêş kir, lê ew yek bêhûde bû.

Ji 09ê Cotmeha 2019yan ve grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, kiryarên dizî û talankirinê li navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê dikin, bêyî ku ti rêgrî li pêşiya wan hebe.

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê