Çekdarên ser bi Tirkiyê goristana gundên Meydana ya Efrînê ji nav birin

.

Desteya Tehrîr El-Şam Goristana Şêxmûs a nahyeya Raco ya Efrînê, ji nav birin.

Zanyariyên ku ji aliyê berdevkê Rêxistina Mirovan Efrîn – Sûriye, Ibrahîm Şêxo ve, gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê diyar dikin ku, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam bi alîkariya çekdarên grûpa Feyleq El-Şam ku dest danîne ser gundên Meydana, êvara roja Înê 28-10-2022yan, demjimêr 11:00yê nîvro, Goristana Şêxmûs a wê navçeya ser bi nahyeya Raco, ji nav birin.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, jinavbirina wê mezargehê, bi behaneya gera li parçeyên şûnwarî bû, li gorî gotina wan çekdaran.

Çekdanan her wiha li navçeya derdora mezargehê, dar birrîne ku temenê hinekan ji wan bêhtir ji 200 salî ye û darên sindiyanê jî birrîne ji bo wan weke êzing li bazarên Idlib û Ezazê bifiroşin.

Ji sala 2018an ve, bi destê çekdarên grûpa Feyleq El-Şam, Mezrageha Şêxmûs li navçeya heft gundên Meydana, hatibû kolan û têkbirin, piştre ji aliyê welatiyan ve hatibû çêkirin lê hevdem ligel hatina çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam roja Înê careke din ew mezargeh ji aliyê wan çekdaran ve, hate jinavbirin.

Kurdistan Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir