Çekdarên rejîma Îranê ciwaneke Kurd qetil kirin

.

Li ber çavê dayika xwe hatiye kuştin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja îna derbasbûyî li bajarê Kirmaşanê, çekdarên rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi navê Mihemed Ehmedî Metîn temen 20 sal qetil kirine.

Li gor nûçeya Hengawê, ev ciwanê Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin û li navenda polîsan ya Ariya Şar ya Kirmaşanê li ber çavê dayika xwe rastî êrîşa çekdarên Îranî hatiye û hatiye kuştin.

Hengawê eşkere kiriye ku roja ku Mihemed hatiye kuştin, danê sibê heman rojê, li gel dayika xwe bo veşartina termê xizmeke xwe çûna goristanê lê dema vegerê ji goristanê, hêzên ewlekarî yên rejîmê daxwaza bertîlê jê kirine û ev jî bertîl nedaye lewre bihev ketine û hêzên ewlekarî nav hatî binçav kirine û pişt re jî li navenda polîsan bi çek êrîşî ser wî kirine û kuştine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle