Çekdaran 5 welatiyên Kurd li ser rêya Heleb – Efrînê revandin

.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 4ê Nîsanê belav kir, 5 welatiyên Kurd ên ji navçeya Mabeta ya Efrînê dema ji Helebê vedigeriyan Efrînê, li rêbenda grûpa Emşat ya nêzîkî gundê Merenazê hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Diyar kir jî, endamekî grûpa Emşatê pêwendî bi malbatên revandiyan re kirin û li hember berdana wan daxwaza fidyeyê kirin. Tevî ku malbatan fidya dan çekdaran, lê dîsa jî ew her 5 nehatin berdan.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, malbatên revandiyan ji berdewamiya girtina kesûkarên xwe nîgeran in û dibêjin ku metirsî li jiyana wan her 5 revandiyan heye.

Revandina van kesan di demekê de ye, di du rojên borî de rêkeftinek di navbera HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdî yên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) hatibû kirin.

Li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPGê ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ber bi rojhilata Firatî ve vekişiyan.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle