Çekdar Efrînê talan dikin: Dijminên daran in jî!

.

 Çekdarên di bin kontrola Tirkiyeyê de xweza, dewlemendî û dar û berên Efrîna Rojavayê Kurdistanê talan dikin.

Çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve her û her darên Efrînê dibirin, bi taybetî jî darên zeytûnan û darên fêkî.

Çalakvanê sivîl û mafnas Îbrahîm Şêxo Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir ku ji destpêka dagirkirinê ve bêhtir ji sedî 30ê darên Efrînê hatine birîn.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku bi taybetî ji sala 2023yan ve birîna daran gelekî zêdetir bûye.

Çekdarên grûpa bi navê Feyleq El-Şamê ya bi ser Tirkiyeyê ve 22-23yê Tebaxê li gundê Îskê yê Cindirêsê nêzîkî 800 darên mişmiş, xox û gwîzan birîne.

Ev dar ên welatiyê Kurd ê bi navê Ekrem Mistefa Şêxo ne û ew xelkê gundê Celemê yê Cindirêsê ye.

Her wiha çekdaran nêzîkî 1000 darên hinaran birîne.

Çekdarên Hemzatê jî ji sala 2018yan ve dest daniye ser nêzîkî 700 darên zeytûnan û 16 hektar zeviyên çandiniyê yên Ekrem Mistefa Şêxo yên li gundê Firêriyê.

Çekdarekî Feyleqe El-Şamê jî dest daniye ser mala wî ya li gundê Celemê.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin