Carla Quintana: Em dê li Kurdên Êzidî û Efrîniyên winda bigerin

.

 Carla Quintanaya ku serpereştiya hewldana herî mezin a cîhanê ya ji bo dîtina windayên Sûriyeyê dike, roja Çarşemê ji New Yorkê ragihand ku hewlên wan Kurdên Êzidî û kesên ku li Efrînê di bin desthilata komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê de hatine windakirin jî li xwe digire.

Birêvebira Enstîtuya Serbixwe ya Lêgerîna Windayên li Sûriyeyê Carla Quintanayê ji Rûdawê re got:

"Em li her kesî digerin û her wiha em hatine raspardin ku em piştgiriyê bidin malbatên kesên winda.

Erka me ew e ku em piştgiriya mafên malbatan û hemû civaka Sûriyeyê bikin ji bo ku rastiyê zanibin, ji bo ku zanibin çi bi serê hezkiriyên wan de hatiye.

Em li wan hemû kesên ku li Sûriyeyê winda ne digerin."

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdulla ji Birêvebira Enstîtuya Serbixwe ya Lêgerîna Windayên li Sûriyeyê Carla Quintanayê pirsî:

“Du pirsên min hene, yek li ser Êzidiyan e. Sala 2014an, DAIŞê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin û gelek ji wan heta niha jî winda ne. Gelo ti agahiyên me yên nû li ser cihê wan jinan hene?

Ya duyem, meha Gulanê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) windabûna xelkê li Efrînê bi belge kir ku li gorî gotina rêxistinê ji aliyê wan komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi taybetî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve hatiye kirin. Gelo rêxistina we li Efrînê dixebite?

Birêvebira Enstîtuya Serbixwe ya Lêgerîna Windayên li Sûriyeyê Carla Quintana da zanîn:

"Wekî min got, em li ser dosyeyeke mezin a derbarê windabûna kesan dixebitin û bêguman ew jinên Êzidî jî li xwe digire.

Komeke me heye ku ji bo wê mijarê hatiye veqetandin. Em bi rêxistinên civaka sivîl ên ku li ser wê dosyeyê dixebitin re di nava pêwendiyê de ne.

Pisporên me li ser vê mijara taybet hene.

Derbarê rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan de, em bi wan re di nava pêwendiyê de bûn ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir li ser bûyerên Efrînê."

Carla Quintanayê diyar kir ku ew dê hefteya bê biçe Sûriyeyê.

Rêxistina Carla Quintanayê Enstîtuya Serbixwe ya Lêgerîna Windayên li Sûriyeyê sala 2023yan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat damezirandin.

Pispor dibêjin, hewlên ji bo dîtina Kurdên winda hêsan nabin.

“Li Efrînê talan berdewam e”

Şirovekarê siyasî Mutlu Cîvîroglu jî ji Rûdawê re got:

"Êriş, standina fidyeyê, talankirina mal û milkan, bi taybetî zeytûn û lêdan, hîn jî li Efrînê berdewam in.

Lewma bi berçavgirtina van hemû faktoran, ji bo malbatekê, ji bo takekesekî li Efrînê ne hêsan e ku derkeve pêş."

Dema mijar dibe Kurdên Êzidî tê bawerkirin ku hinek ji wan li Kampa Holê ya Sûriyeyê ne ku bi deh hezaran jin û zarokên DAIŞê lê ne.

Mutlu Çivîroglu li ser vê yekê anî ziman:

"Ev jin hatine tirsandin. Ew qasî hatine tirsandin ku newêrin derkevin pêş û eşkere bikin ku ew Êzidî ne."

Carla Quintanayê destnîşan kir ku karên wan dê di bin serpereştiya hikûmeta Sûriyeyê de bin.

Lêbelê, tekez dike ku ev yek karê wan sînordar nake û ew dê li wan Elewiyên ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed winda bûne û hêzên hikûmeta nû bi revandina wan tên tometbarkirin jî bigerin.

Siyaset Haberleri

Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin
Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê
Wezareta Derve ya Amerîkayê du komên çekdar ên Iraqî ceza dike