Çaremîn konferansa penceşêrê li Hewlêrê birêve çû

.

Bi armanca aşkera kirina sedemên penceşêrê û dermanên nû û lêkolînên çareseriya nexwaşiyê li hemû cîhanê, çaremîn konferansa penceşêrê li bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê birêve çû.

Serpereştê konferansê Dr. Basak Berzincî ragehand: 300 bijîşkên pispor ên Kurdistan, Iraq û cîhanê hatine Hewlêrê ji bo beşdarbûna vê konferansê ku têde behsa lêkolînên dawiyê yên derbarê nexwaşiya penceşêrê û çareseriya wê li cîhanê tê kirin.

Herwaha got: ‘’Li herêma Kurdistanê heta naha 8 hezar rewşên penceşêrê hatine tomar kirin ku sedî 40 xelkê derveyî herêma Kurdistanê ne, piraniya pêketiyên penceşêrê li parêzgeha Hewlêrê ne. ji ber hem hejmara rûniştvanên wê zêde ye û hem jî koçber û penaberên zêde lê hene.’’

Dr. Basak Berzincî ragehand, wek standartê cîhanî, cureya herî belav a penceşêrê di jinan de penceşêra sing ango memikane û di zilaman de jî penceşêra sî (kezeba spî) û li herêma Kurdistanê jî bi heman awayî ye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle