Cara yekem jineke misilman bû seroka Tanzanyayê

.

 Piştî mirina Serokê Tanzanyayê John Magufuli, cara yekem jinek bû seroka welatê Tanzanyayê.

Cîgira serok Samia Suluhu Hassan îro 19ê Adarê sonda yasayî xwar û di dîroka Tanzanyayê de bû yekem seroka jin.

Samia Suluhu Hassan ji sala 2015an ve Cîgira Serokê Tanzanyayê bû. Li gorî yasayên Tanzanyayê dema serok bimire yan jî kar bê dûrxistin, cîgirê serok cihê wî digire û dibe serok.

Samia Suluhu Hassan 61 salî ye û Misilman e. Ji sala 2015an ve wek Cîgira Serokê Tanzanyayê kar dikir.


 

Asya Haberleri

Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir