Cara yekem jinek bû seroka şaredariya Silêmaniyê

.

 Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku cîgira parêzgerê Silêmaniyê Leyla Omer wek şaredara nû ya Silêmaniyê hatiye destnîşankirin. Cara yekem e jinek li Silêmaniyê dibe seroka şaredariyê.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî biryara şaredariya Leyla Omer îmze kiriye û wek seroka nû ya şaredariya Silêmaniyê hatiye diyarkirin.

Herwiha di nivîsa wezaretê de hatiye gotin, biryar hatiye dayîn ku serokê berê yê şaredariya Silêmaniyê Tuwana Kemal jî bo erka encûmena wezîran – ofîsa cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî bê veguhestin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle